RÊXISTINA MAFÊN MIROVAN BI BINPÊKIRINÊN DEWLETA TIRK Û ÇETEYÊN WÊ LI EFRÎNÊ EŞKER KIRIN

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê binpêkirinên ku li ser destê dewleta Tirk a dagirker û çetyên wê li Efrînê tên kirin bi daxuyaniyekê eşkere kir.
Rêxistinê eşker kir ku komên çete yên dewleta Tirk rojane revandina sivîlan, ferzkirina bacan û derxistina şêniyan bi darê zorê ji malên wan bi awayekî bênavber dewam dikin.

Rêxistinê di daxuyaniya xwe de wiha got:

Ji dema dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê Efrîn dagir kirine, dest bi hemû cûreyên bipêkirinê yên der-mirovî kirine.

Ji bo guhertina demografiya Efrînê jî kirinên pilankirî yên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê dewam in.

Îro roj dewleta Tirk û çeteyên siyaseta birçîkirinê li ser şêniyên resen yên Efrînê dimeşîne.

Ew jî bi armanca valakirina herêmê ji şêniyên resen û bichkirina malbatên çeteyên Idlib, Hema û Xûtayê li şûn wan.

Ne tenê wisa, lê belê şûnwarên Efrînê jî ji binpêkirinên dewleta Tirk û çeteyên wê nefiltîn.

Ji bilî dizîna şûnwaran, deverên dîrokî û çandî yên nasnameya herêmê destnîşan dikin, îro bi destên dewleta Tirk û çeteyên wê tên rûxandin.

RÊXISTINA MAFÊN MIROVAN LI EFRÎNÊ:
DEWLETA TIRK EFRÎNÊ JI SÛRIYÊ VEDIQETÎNE Û BI SER TIRKIYÊ VEDIKE

Rêxistinê bal kişande ser dîwarê veqetandina Efrînê ji Sûrîyê û diyar kir ku çawa Lîwa Iskenderon di salên sîhî ji sedsala borî ji Sûriyê veqetand û bi ser Tirkiyê ve kir, îro roj heman rêbaz li Efrînê tê meşandin.

RÊXISTINA MAFÊN MIROVAN LI EFRÎNÊ:
DIVÊ RAYA GIŞTÎ Û RÊXISTINÊN MIROVÎ LI DIJÎ VAN BINPÊKIRINAN BI ERKA XWE RABIN

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê di dawiya daxuyaniya xwe de bang li hemû rêxistinê Mirovî û raya giştî kir ku li dijî binpêkirinên dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê bi erka xwe rabin û bêdeng nemînin.

Leave a Reply

Back to top button