KJK’ê: DIVÊ HEMÛ JIN XETA ZÎLAN JI XWE RE ESAS BIGIRIN

Kordînasyona Komalên Jinên Kurdistan KJK’ê di derbarê 24’emîn salvegera çalakiya fedayî ya Zeynep Kinaci binasnav Zîlan de daxuyaniyek weşand.
KJK’ê got, bi temsîlkirina xet, rastî û eşqa Zîlan li her devera jiyanê û bi avakirina azadiyê em dikarin bibin bersiv.
Lewma divê her jin ji xwe re xeta Zîlan esas bigre û bi rengekî çalak û bi bandor tevlî her qada jiyanê bibe.

Kordînasyona Komalên Jinên Kurdistan KJK’ê di derbarê 24’emîn salvegera çalakiya fedayî ya Zeynep Kinaci binasnav Zîlan ya ku di 30’ê Hezîrana 1996’an de li Dersîmê pêkanî daxuyaniyek nivîskî weşand.

KJK’ê di daxuyaniya xwe de wiha got:

Tevgera jinê ya azad bi pêşengiya Rêber Apo ji Sakîne Cansizan dest pê kir, bi Zîlanan domiya û hîn jî didome.

Heval Zîlan bi çalakiya xwe bersiva komploya li dijî Rêberê me û li dijî polîtîkayên qirkirin, asîmîlasyon û yên dijî gelê Kurd û kolekirina jinê da.

Sekna hevala Zîlan ji bo tevgera jinê ya azad xetek e.

KOORDÎNASYONA KOMELYÊN JINÊN KURDISTANÊ:
DIVÊ ÇALAKIYA ZÎLAN BI XURTÎ BÊ FÊMKIRIN

Kordînasyona KJK’ê li ser wateya çalakiya şehîd Zîlan diyar kir ku di vê ev çalakiya ji bo azadiya jinê pêk anî bi xurtî bi wate bibe.

Bi temsîlkirina xet, rastî û eşqa Zîlan li her devera jiyanê û bi avakirina azadiyê em dikarin bibin bersiv.

Lewma divê her jin xeta Zîlan ji xwe re esas bigre bi rengekî çalak û bi bandor tevlî her qada jiyanê bibe.

Divê em jin bi zîhniyeta modernîteya demokratîk pêşengiyê ji projeya neteweya demokratîk û konfederalîzma demokratîk re bikin.

KOORDÎNASYONA KOMELYÊN JINÊN KURDISTANÊ:
EM BI RENGÊ ZÎLAN TÊKOŞÎNA XWE MEZINTIR BIKIN

Herwiha KJK’ê nirxandinên Rêber Ocalan yên hevdîtinên dawî de bibîrxist û got:

Rêberê me di notên dawî yên hevdîtinê de ji bo jinan gotibû, ‘Ya wê bibin pêşeng ya jî wê bimirin’.

Ev nirxandin biryardariya wê yekê ye ku mayina di navberê de çareserî nîne, di rêya rastiyê de divê bibin Zîlan.

Ya ku di rastiya Rojhilata Navîn de bi zîhniyeta AKP-DAÎŞ’ê li dijî gelan û jinan tê kirin, rûyê dîn û har ê faşîzma tarî ya qirker e.

Sekna fedayî ya ku di şexsê Zîlan de li dijî vê faşîzma tarî derkete holê, tevgera azadiyê ya jinê kir çavkaniyeke hêviyê û pêl bi pêl belav kir.

Leave a Reply

Back to top button