Komîteya Perwerdê ya Komelên Jinên Kurdistanê (KJK) da zanîn ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hemû hewldanên mamoste û kedkarên Kurdî, li hişmendiya qirker a hukûmeta AKP-MHP’ê diqelibin, divê civak li hemberî van êrişan bêdeng nemîne.
Komîteya Perwerdehê ya Komelên Jinên Kurdistanê KJK’ê têkildarî zext û astengiyên ku li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê li ser zimanê Kurdî zêdebûne, daxuyaniyek nivîskî weşand.
Komîteya Perwerdehiyê ya KJK’ê da zanîn ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hemû hewldanên mamoste û kedkarên Kurdî, li hişmendiya asîmîlasyon, qirker a hukûmeta AKP-MHP’ê diqelibin.
Divê tu caran neyê jibîrkirin ku, însan bi zimanê xwe jiyan dike, bi peyvên xwe diponije.
Ji ber ziman, nîşana çand, hebûn û nasnameya însan e.
Komîteyê anî ziman li Tirkiye, li gorî dane û agahiyên van rojên dawiyê hatine eşkerekirin, îsal 20.000 xwendekaran bi awayek fermî ji bo perwerdeya zimanê Kurdî serlêdan kirine.
Ji bo perwerdeya van xwendekaran pêwîst e Wezareta Perwerdê ya Tirkiyeyê herî kêm 200 mamosteyan erkdar bike.
Lê belê niha ji nav sedan mamosteyên Kurdî, tenê 3 kadro destnîşan kirine.
Komîteya Perwerdê ya KJK’ê: Divê civak li hemberî êriş û qirkirinê bêdeng nemîne
KJK’ê got: Wekî gavek nû û girîng, 26’ê Çileya 2011’ê Lijneya Fêrkirina Bilind a Tirkiyê (YOK) bi xwe Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî erê kiribû.
Em wekî Komîteya Perwerdê ya KJK’ê, bi navê tevahî jinên têkoşerên azadiyê van nêzîkatiyên Wezareta Perwerdê û Dadgeha Makeqanûnê ya dewleta Tirk wekî qirkirina çandî ya li ser jin û dayîk û gelê xwe pênase dikin.
Di dawiyê de Komîteya Perwerdehiyê ya KJK’ê got:
Ev siyaseta înkarker û qirker a li ser xwendekar, sazî, kedkar û mamosteyên Kurdî tê ferzkirin, heman demê êrîşeke li ser tevahî hebûn û nirxên civaka me.
Lewre di serî de jin, dayîk, pêwîst e tevahî civaka me li hemberî vê êrîşa asîmîlasyonîst û qirker bêdeng nemîne û ji bo mafê perwerdeya zimanê dayikê li Tirkiyê bê misogerkirin û dawî li hemû astengiyan bînin.