PARLAMANA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ: ŞER PIRSGIRÊKAN ÇARESER NAKE, DIVÊ ÊRÎŞ RAWESTIN

Rejîma Îranê du roje herêmên Biradost û Balekayetî topbaran dike. Îro jî Rejîma Îranê bi balafirên bêpîlat binarê çiyayê Helgort û çiyayê Çixî yên herêma Balekayetî bombebaran dikin.

Bbalafirên bêpîlot ên Îranê piştî tevgera balafirên keşfê dest bi bombebarana binarê çiyayê Helgort û çiyayê Çixî yên herêma Balekayetî kirin.

Ji ber bombebaranê, agir li bax û baxên welatiyan ketin û hîn nehatiye kontrol kirin.

 

Têkildarî bombebaranê paralemantoya herêma Başûrê Kurdistanê jî daxuyaniyek da û got:

Em daxwaz dikin ku pirsgirêka Kurd a li parçeyên din bi rêyên aşitiyane bên çareser kirin.

Em li, dijî her cure tundûtujî û êrîşên leşkerî û bombebaranên balafir û topbarana wan welatan in.

Malbatên şehîd û qurbaniyan li bendê bûn ku parlemento li dijî dagirkeriyê helwestê nîşan bide, lê parlementoyê jî heman daxuyaniya Encumena Asayîşa herêmê dubare kir.

Ango gotinên serokê AKP’ê Erdogan dubare kir.

Li cihê dagirkeran li ser xaka kurdistanê tewanbar bikin, tevgera azadiya kurdistanê tewanbar dikin.

Leave a Reply

Back to top button