Stenbol- MÎT’a Tirk welatiyeke Efrînî revand

MÎT’a Tirk li bajarê Stenbolê yê Tirkiyeyê welatiyekî ji Efrînê revand. 

Li gorî nûçeya ANHA’yê MÎT’a dewleta Tirk 17’ê Çileyê li Stenbolê welatiyeke Efrînî revand.

Hat ragihandin ku welatiyê hatî revandin Mihemed Îsmaîl Elo ye û temenê wî jî 33’ê salî ye.

Her wiha ji gundê gundê Dîkê yê navçeya Bilbilê ya kantona Efrînê ya dagirkirî ye.

Li gorî ANHA’yê heta niha çarenûsa Mihemed Îsmaîl Elo nayê zanîn.

Ne tenê li wir, sûc û kirinên dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê jî hîna dewam dikin.

Herî dawî jî çeteyan welatiyê bi navê Ihsan Emîn Dilê yê 55 salî ji navçeya Şiyê ya Efrînê revandin.

Back to top button