HEVSEROKÊ HDP’Ê SEZAÎ TEMELLÎ: EM Ê DENGÊ AŞTIYÊ BILIND BIKIN

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezai Temellî, û Parlamentera HDP’î Leyla Guven bertek nîşanî tayînkirina qeyûm a Şaredariyan dan.
Her du rayedaran , xwestin her kes li dijî feraseta qeyûm têkoşîna demokrasiyê mezin bike û gotin:
” Em ê li dijî vê darbeyê dengê demokrasiye bilind bikin.
Li dijî vê polîtîkayê pêwîstî bi tifaqa Kurdan heye.”

Hevserokê Giştî yê (HDP) Sezaî Temellî, li dijî tayînkirina qeyûman a Şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê, li Mêrdînê daxuyanî da çapemeniyê.

Beriya Temellî û koma HDP’ê xwestin têkevin parkê, polisan bi TOMA û maşînê Zirxî park dorpêç kirin û destûr nedan ku li Parkê daxuyaniyê bidin çapemeniyê.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezai Temellî, diyar kir ku di 19’ê Tebaxê de darbeyek din pêk hat û wiha got:

“Darbeyek sivîl dîsa pêk hat. Li rûpelên tarî yên dîroka Tirkiye rûpelek din zêde bû.

Vîna gel tune hesibandin.

Em li dijî darbeyan li vir in.

Em û gel dê bi hevre demokrasiyê biparêzin û li aştî û demokrasiyê xwedî derkevin.

HEVSEROKA KCD’Ê LEYLA GUVEN: PÊWÎSTÎ BI TIFAQA KURDAN HEYE

Her wiha Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku nehiştin biçe ber Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê banga yekîtiyê li gelên Kurd û Tirkiyeyê kir.

Guven got,

“Gelê Kurd li dijî vê darbeyê li ser piyan e, li her qadê berxwedan heye.”

Guven anî ziman, gel li dijî tevdîrên polîsan û polîtîkayên qirêj li ser piyan e û got, li dijî vê polîtîkayê pêwîstî bi yekîtiya Kurdan, bi tifaqa Kurdan heye.

Guven diyar kir, AKP û MHP tengav bûne û got,

“Ji çar aliyên dinyayê nerazîbûn li dijî qeyûman hate nîşandan.

Li Tirkiyeyê jî gelek kes li dij rawestiyan.

Em ji gelê Tirkiyeyê re dibêjin, dereng nemînin, piştevan bin, îro li me hate kirin, sibe wê li we bê kirin.

Gelê Kurd qeyûmê li dijî îradeya xwe qebûl nake.

Gel di hilbijartinê de dengê xwe bi kar anî, îradeya xwe û biryara xwe nîşan da.”

“Em ê nebêjin qeyûm hat û bila bimîne. Em ê li ber xwe bidin, wê qeyûm biçe.

Piştgiriya herî mezin jî em ji gelên Tirkiyeyê hêvî dikin.

 

Leave a Reply

Back to top button