BÛROYA PARASTINÊ YA RÊVEBERIYA XWESER: GAVÊN DESTPÊKÊ YÊN LIHEVKIRINA 3 ALÎ PÊK HATIN

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî pêkanîna pêvajoya yekemîn a lihevkirina sêalî ya derbarê Herêma Parastina Sînor de ragihnad.Rêveberiya Xweser diyar kir ku rêbazên ku pêk anîn, cidiyeta li hember lihevkirnên hatin kirin teqez dike.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî ragihand ku, pêvajoya yekem a pêkanîna projeya lihevkirina sêalî derbarê Herêma Parastina Sînor de dest pê kir..

Buroya parsatinê ya Rêveberiya Xweser, destpêkirina pêvaoya bi daxuaniyekê ragihand..

Hevserokê Buroya Parastinê ya Rêveberiya Xweser Zêdan El-Asî di daxuyaniyê de eşkere kir ku 24 mehê li Serê Kaniyê, mewzî hatin rakirin, komeke ji YPG tevî çekên giran paşve kişiyan û noqteyên sînor radestê meclîsa leşkerî ya heremê kirin.

Her wiha El-Asî diyar kir ku, heman gav 26 mehê li Kantona Girê Spî jî pêk hat.

Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûrî destnîşan kir ku, bi van gavên pêkanînê, ew teqez dikin ku di vê mijarê cidî ne..

Di heman wextê de dilsoziya wan a çareserkirina hemû aloziyan, bi rêya diyalogên aştiyane bi dewletên cîran re nîşan dide.

Yekîneyên Parstina Gel û Yekîneyên Parastinê yên Jinê, li gorî vê biryarê tev geriyan û hêzên x we ji ser sînor vedikişînin…

Fermandariya QSD’ê jî di civîna salane ya Fermandarên QSD’ê ya 24’ê ve mehê de teqez kir ku ji bo serkeftina mekanîzmeya ewlehiya sînor tişta dikeve ser milê wan ew ê pêk bînin.

Leave a Reply

Back to top button