Şêniyên Minbicê cenazeyên 6 şehîdan oxir kirin

Şêniyên Minbicê cenazeyên 6 şehîdên ku di encama êrişên balafirên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûne, oxir kir û ji bo şehîd Botan Kobanê yê ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû, merasîmeke xiyabî lidarxistin.

Di merasîma oxirkirna 6 şehîdan de, bi sedan welatî û endamên beşdar bûn.

Li goristanê bi navê meclisa Leşkerî ya Minbicê, Meclisa Zagonsaz, Meclisa Malbatên Şehîdan û Rêveberiya Xweser axaftin hatin kirin.

Kesên axivîn sersaxî xwestin û weha gotin:

Minbic, bajarê aştiyê, hezkirin û rûmetê ye.

Ev azadî bi saya xwîna şehîdan hat bidestxistin û kes nikare îradeya şêniyên wê têk bibe.

Hat destnîşan kirin ku şênî xwe naspêrin kesî, tenê palpiştê hêzên xwe yên leşkerî ne.

Her weha bal hat kişandin ser hevgirtina pêkhateyên herêmê ya li hember planên dagirkeriyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Soza domandina riya şehîdan heta pêkanîna Sûriyeke nû û bi destxistina jiyaneke birûmet hat dayîn.

Dawiyê wesîqeyên şehadetê hatin xwendin, radestî malbatan haitn kirin û cenazeyên şehîdan hatin oxirkirin.

2 Şehîdên Meclisa Leşkerî ya Minbicê li Kobanê hatin oxirkirin

Back to top button