Virûsa Corona li welatên nû belav dibe

Tevî hemû tedbîrên ku tên girtin Vîrsa Corona, li welatên cîhanê belav dibe. Virûsa heta niha li nêzî 97 welatan belav bûye, rêjîma Sûrî jî serdan û çûnûhatina bi dewletên ku lê vîrûs belav bûye heta du mehan rawestand.

Li Çînê navenda belavbûna vîrûsa Corona di nava 24 saetên dawiyê de ji ber vîrûsa 27 kesan mirin û 44 kesên din pê ketin.

Wiha jî giştî jimara qurbanên li Çînê dibe 3 hezar û 97 kes.

Li Sûriyê jî, rêjîmê serdan û çûnûhatina bi dewletên cîran re ji bo mehekê sekinand û bi dewletên ku li vîrûsa Corona belav bûye heta du mehî rawestand.

Beriya niha jî Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûrî çûnûhatina bi deriyê Sêmalka re ya bi Başûrê kurdistanê rawestandiye.

Li Iraqê jî kesekî din ku bi virûsê ketibû li Babilê mir û jimara miriyan bû 4.

Her wiha ji bo pêşîgirtina belavbûna vîrûsê, 5 deriyên sînor yên bi Îranê re hatin girtin.

Wezareta Tenduristiyê ya Başûrê Kurdistanê ragihand ku li Hewlêrê keseke din bi virûsê ketiye.

Waliyê Hewlêrê jî bang li welatiyan kir ku ji bo pêşî girtina li virûsê alîkariya hikumetê bikin.

Sofî got, biryara betlaneya dibistanan, ne ji bo ku malbat biçin geştê ye, divê welatî hişyar bin.

Li navçeya Çoman a Hewlêrê jî pêngavek dermankirinê li ser rê û cihên qerebalex hate destpêkirin.

Li Îranê jî di nava 24 saetên dawî de, 49 kes ji ber vîrûsa Coron mirin û jimara giştî bû 194.

Li Îranê heta niha Sefîrekî Bilind ê berê, endamê Konseya Parastina Sîstemê û du parlamenter jî di nav de 145 kesî mirine.

Eşkere bû ku 11 ji qurbaniyên vîrûsa Coronayê yên li Îranê bijîşk û hemşîre ne.

Virûs li Ewropa jî sînoran nas nake.

Serokatiya Parlamentoya Fransayê eşkere kir ku li Parlamentoyê 2 parlamenter bi vîrûsê ketine.

Her wiha li Fransayê kombûna zedeyî hezar kesî hat qedexekirin.

Li Îtaliya, 16 milyon kes dibin çavdêriya tenduristiyê de ne.

Li welêt, heta niha 366 kes mirine û vîrûs derbasî nêzî 6 hezar kesî bûye û serokê Erkana Artêşa Îtalî bi vîrûsê ketiye.

Heta niha li tevahiya cîhanê nêzî 108 hezar bi virûsê ketine, û nêzî 4 hezar jî jiyana xwe ji dest dane û nêzî 61 hezar jî ji nexweşiyê sax bûne.

Back to top button