Artêşa Niştimanî pabendiya xwe bi rawestandina şer ragihand

Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê pabendiya xwe bi rawestandina şer radighîne û hêzên xwe li derdora Terablusê ji nûve belav dike.

Serokatiya giştî ya Artêşê Niştimanî diyar kir ku bi mercê hikumeta Wîfaq a Ixwana Mislimîn pabendî rawestandina şer bibe, ew yekîneyên xwe ji nûve li derdora Terablusa paytext, belav dikin.

Artêşê hişyarî da ku eger agirbest were binpêkirin, ew ê operasyonên xwe dewam bikin û ji komîteya hevbeş a rawestandina şer jî vekişin.

Angela Merkel îşaret bi zindîkirina diyalogên siyasî li Lîbyayê kir

Li aliyeke din, îro şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel, bi riya telîfonê têkildarî geşedanên dawî li Lîbyayê bi serokê Hikûmeta Wîfaq a Ixwanî Fayîz El-Serac re axivî.

Angela Merkel işaret bi zindîkirina diyalogên siyasî li Lîbyayê kir.

Back to top button