Li parêzgeha Kerkûkê, çeteyên DAIŞê êrîşek bir ser gundekî parêzgehê û di encamê de leşkerekî Iraqî hat kuştin û 4 jî birîndar bûn.
Şevê din, çeteyên DAIŞ’ê, êrîşek bi hawanan li dijî baregeheke artêşa Iraqî li gundê Etşana yê navçeya Daqûq a Kerkûkê pêk anî.
Li gorî agahiyên çavkaniyên leşkerî, di encama vê êrîşê de, leşkerekî jiyana xwe ji dest da û 4 jî birîndar bûn.