Li rêzeçiyayên Hemrînê 2 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin

Li rêzeçiyayên Hemrînê yê Iraqê di operasyonên taybet de gelek startgehên DAIŞ’ê hatin hilweşandin.

Artêşa Iraqê bi piştgiriya balafirên şer yên Koalîsyona Navnetewî, li dijî çeteyên DAIŞ’ê li rêzeçiyayên Hemrînê operasyonek dabû destpêkirin.

Li gorî agahiyan di operasyona duh ku heya derengiya şevê de dewam kirî, gelek startgeh û tunelên çeteyên DAIŞ’ê hatin hilweşandin.

Fermandariya Operasyonên Hevbeş yên Iraqê da zanîn ku di bombebarana Koalîsyona Navnetewî li çiyayê Hemrînê 2 çete hatine kuştin.

Her wiha gelek startgehên ku çeteyan xwe tê de diveşartin, hatin hilweşandin.

Back to top button