Li Şehba û Helebê şehîd Mam Zekî hat bîranîn

Yekîtiya Êzîdiyên Efrînê û Mala Êzidîya ya Helebê daxuyaniyên cuda dan û Mam Zekî Şengalî bîr anîn.

Yekîtiya Êzîdiyên Efrînê û Yekîtiya jinên Êzîdiyên Efrînê daxuyaniyek dan.

Daxuyanî li navçeya Ehdesê ya Kantona Şehbayê bi amadebûna bi dehan kesî hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku dîroka Mam Zekî dîroka têkoşîna mezin a civaka Kurdistanê û civaka Êzidî ye.

Bi heman armancê Mala Êzidî ya Helebê jî daxuyaniyek da.

Daxuyanî li pêş Mala Êzidîyan ya li taxa Şêxmeqsûd hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku keda Mam Zekî hişt Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Şengalê bê avakirin û hat diyar kirin Şehîd Zekî Şengalî asta moralê şengaliyan bi rêya xwerêvebirin û parastina Şengalê, bilind kir.

Back to top button