Awisturyayê Bang li “YE” kir ku li dijî Tirkiyê pêkanînan nîqaş bike

Hikûmeta Awisturyayê bang li Yekîtiya Ewropayê kir ku li dijî dewleta Tirk bi rengekî eşkere pêkanînan nîqaş bike.

Civîna bilind a Yekîtiya Ewropayê ku wê bi giranî pirsgirêka Tirkiyê lê bê nirxandin, diviyabû 24-25’ê Îlonê bihata lidarxistin.

Lê piştî ku ji derdora Serokê Konseya Ewropayê Charles Mîchel kesekî bi vîrûsa Coronayê ket, civîn ji bo 2’ê Cotmehê hate taloqkirin.

Wezîra Karên Derve ya Awisturyayê Karolîne Edtstadler li ser vê civîna bilind axivî.

Karolîne Edtstadler diyar kir ku Yekîtiya Ewropa divê li dijî Tirkiyê bi rengekî eşkere pêkanînan nîqaş bike.

Edtstadler destnîşan kir ku Awisturya li xwe digire ku hemû danûstandinên endametiyê yên bi Tirkiyê re tên meşandin bi dawî bike.

Hêjayî gotinê ye ku Awisturyayê ji sala 2016’an ve alîgirê wê yekê ye ku danûstandinên ji bo endametiya Tirkiyê bên bidawîkirin.

Tirkiye ji wê demê ve ji nirxên Ewropayê dûr dikeve.

Back to top button