Artêşa Tirk a dagirker piştî lêkirina dîwar di navbera bakur û rojava de niha jî li ser sînorê navçeya Dirbêsiyê xendeqan dikole.
Li gorî nûçeya ANHA’yê, vê sibê treksên artêşa Tirk a dagirker li ser sînor li hemberî navçeya Dirbêsiyê dest bi kolandina xendeqan kir.
Hat gotin ku leşkerên artêşa Tirk çavdêriya treksan dikin û kolandin berdewam dike.
Dewleta Tirk a dagirker li seranserê sînorê Bakur û rojavayê Kurdistanê dîwar lêkiriye û niha jî dest bi kolandina Xendeqan dike.