Taxa Pêşesaziyê li navçeya Sirînê tê avakirin

Li navçeya Sirînê yê Kobanê, Odeya Pîşesaziyê bi hevkariya Şaredariya Gel a Sirînê dest bi projeya avakirina taxeke pîşesaziyê kir.

Şêniyên navçeya Sirînê, nûnerên saziyên navçeyê û herêma Firatê di danîna kevirê bingehîn ê avakirina taxa pîşeyê de amade bûn.

Dayika şehîd Ebdo ku di operasyona rizgarkirina herêmê de şehîd bûbû û hevserokê Odeya Pîşesaziyê Osman Marûf Ferec kevirên hîmê wê yê destêkê danîn.

Ev proje li ser daxwza şêniyên herêmê ya ku hikumeta Şamê beriya 40 salî paşguh kiribû, tê avakirin.

proje li ser erdekî 7 hektar tê avakirin û ji 215 dikanan pêk tê.

Back to top button