Şandeyek payebilind a Siwêdê serdana Rojava kir

Îro şandeyeke payebilind a Siwêdê ku nûnerê taybet ê Wezareta Derve yê swêdî jî di nav de serdana Bakûr û Rojhilatê Sûrî kirin.

Hate ragihandin ku şande ji nûnerê taybet ê Wezareta Derve li Siwêdê Bear Ornius, berpirsê doza mirovî û alîkariyan ê Wezareta Derve ya Siwêdê Thomas Marcus û şêwirmenda peymangeha Aştiyê ya Ewropayê Evîn Çetîn, pêk tê.

Şande di çarçoveya serdanên dîplomatîk û mirovî de serdana Bakur û Rojhilatê Sûriye yê kiriye.

Şande ji aliyê Cîgirê Hevserokatiya Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Fener Kiêt û nûnerên rêveberiya xweser ve hat pêşwazîkirin.

Piştî ku şande derbasî herêmê bû, tevî şandeya ku ew pêşwazî kiriye berê xwe da bajarê Qamişlo.

Li gorî çavkaniyên ji Daîreya Têkiliyên Derve, dê şandeya Siwêdê rêzecivînan bi deste û rayedarên Rêveberiya Xweser û fermandarên QSD`ê re pêk bîne.

Back to top button