Urdinê ragihand ku tevgerên gumanbar ên ku ewlehiya welêt dikirin armanc, bi temamî hatin kontrolkirin..
Wezîrê Derve yê Urdinê Eymen El-Sefedî ragihand ku duh wan hemû tevgerên gumanbar ên ewlehiya welêt dikir armanc, bi temamî kontrol kirin..
El-Sefedî da zanîn ku bi rêya lêpirsînan, pêwendiyên bi aliyên derve re ku pêngavên têkbirina ewlehiya Urdinê amade dikirin, hatin piştraskirin.
Li gorî el-Sefedî, di nava van kesan de, Mîr Hemza û Ewêd Ellah hebûn.