Koordînasyona Partiya Azadiya Jinê ya Kurdistanê (PAJK) operasyona şoreşgerî ya ku derbeke giran li artêşa Tirk a dagirker xist silav kir û got: Wê Milîtanên HPG û YJA Starê di her çalakiyeke xwe de derbê li dagirkerî, nokerî, koletî û serweriyê bixe.
Gerîlayênn HPG û YJA Starê 20′ Mijdarê di çarçoveya operasyona şoreşgerî li Girê Amediyê çalakiyek kirin û derbeke giran li artêşa Tirk a dagirker xistin.
Koordînasyona Partiya Azadiya Jinê ya Kurdistanê (PAJK) bi daxuyaniyekê çalakiya HPG û YJA Starê pîroz kir û got:
Ew bûn şopdarên hevrê Rojhat û Erdal ku li dilê Enqereyê bi çalakiyeke mezin dijmin hejandin.
Bûn parçeyek ji vî ruhê mezin ê fedaî ku wê welatê me azad bike.
Gerîlayên HPG û YJA Starê bi çalakî û têkoşîneke xurt dest bi sala 46’an a partiya me PKK’ê kirin.
Milîtanên YJA Starê weke pêşengên vê berxwedanê bi rengê Bêrîtanî şer dikin.
Pêşengiyeke welê dikin ku jin hemû bi dilxwaziyeke mezin xwe lê bigirin û vê sedsalê fetih bike.
PAJK’ê di daxuyaniyê de balkişand ser êrîşên domdar yên dagirkeriya Tirkiyê û wiha domand:
Dewleta Tirk a faşîst bi armanca tunekirin û tasfiyekirinê êrîşî tevgera me dike.
Ji bo têkçûna xwe û kuştiyên xwe veşêre, gelekî hewl dide.
Lê belê çi dike bila bike yê bi ser bikeve û encamê diyar bike wê gerîlatiya serketinê be.
Gerîlatiya fedaî ya li ser xeta Apoyî wê çalakiya herî mezin û meşa azadiyê ya herî mezin a gelê Kurdistanê bi ser bixîne.
Her çalakî wê derbê li dagirkerî, nokerî, koletî û serweriyê bixe.
Em careke din ji hevrêyan hemûyan re serketinê dixwazin.